9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî bo Mîrê Êzdiyan: Xizmeta Êzdiyan bike û emê jî hevkar û piştevanê te bin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg ê kurê Mîr Tehsîn Beg kir ku weke Mîrê Êzidiyan ê nû li cihê bavê xwe hat destnîşankirin û ragihand, “Hêvîdar im bi baştirîn şêwe xizmeta xwîşk û birayên Êzidî bikî û em jî dê hevkar û piştevanên we bin.”

Serok Mesûd Barzanî nameyek areseteyî Mîr Hazim Tehsîn Beg kir ku îro weke mîrê nû yê Kurdên Êzdî hat destnîşankirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de Mîr Hazim Tehsîn Beg ku weke mîrê nû hatiye destnîşan kirin û hemû Kurdên Êzdî bi germî pîroz dike û hêviya serkeftinê bo dixwaze.

Serok Barzanî dibêje, “Kurdên Êzdî pêkhateyeke sereke ya netewa Kurd û Kurdistanê ye û hêvîdar im di erka xwe ya nû de bi baştirîn şêwe xizmeta wan xwişk û birayên me bikî û em jî hevkar û piştevanên we dibin.”

 

Nûçeyên têkildar