Mesrûr Barzanî bo Mîrê Nû yê Êzdiyan: Hikûmeta Kurdistanê piştevan û hevkarê we dibe

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li mîrê nû yê Êzdiyan Mîr Hazim Tehsîn beg kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek her dem piştevan û hevkarê Êzdiyan dibe û hewl dide xizmeteke hêjayî bi xwişk û birayên Êzdî bike û ji êş û azaran wan kêm bike.
Bi boneya hilbijartina wî wek Mîrê Êzdiyan Kurdistan û Cîhanê, îro Şemeya 27.7.2019 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonê bi Mîr Hazim Tehsîn Beg re kir.
Di pêwendiya telefonî de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serkeftin ji Mîrê Nû yê Êzdiyan re xwast û amaje bi wê kir, ku xwişk û birayên Êzdî pêkhateyeke resen a netewa Kurd û gelê Kurdistanê ne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevan û hevkarê wan dibe û wek herdem jî hewl dide xizmeteke hêjayî xwişk û birayên Êzdî bike û ji êş û azara wan kêm bike.
Her di pêwendiyê de, Mîr Hazim Tehsîn Beg jî spasiya piştevanî û piştgîriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.




