Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Herêma Kurdistanê baştir dibe û derfetên kar zêdetir dibin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li pêşangeha Rwange ya Derfetên Kar gotarek pêşkêş kir û tê de got, rewşa abûrî ya Herêma Kurdistanê baştir dibe û derfetên kar zêdetir dibin.
Îro dezgeha Rwange pêşangeheke taybet bi dabînkirina derfetên kar li Hewlêrê vekir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî pêşangehê bû û gotarek pêşkêş kir.
Di destpêka gotarê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser girîngiya dîtina derfetên kar got: “Kar girêdana bi welat e û hezkirina xakê zêde dike. Herwiha dihêle baweriya bixwe jî hebe.”
Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de ragihand, ji piştî sala 2003an ve pêşketineke mezin li Herêma kurdistanê rû da û bi dehan hezar derfetên kar hatin dabînkirin, lê şerê li dijî DAIŞê û qeyrana darayî bandor li ser aboriya Kurdistanê kir.
Tekez kir jî, ji bo bikevin ser riya xwe, erk û mandîbûn divê, bo vê yekê jî dilniya ne ku Herêma Kurdistanê careke din diçe ser wê rêya xwe û di hemû waran de rewşa Herêma Kurdistanê baştir dibe.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji gencan kir: “Divê gencên me bîrkirineke wan ya nû hebe û hewl bidin. Serkeftin bi ezmûn û taqîkirinê ye. Ewên dixwazin bi şev û rojekê de her tiştî biguhêrin, serkeftî nabin.”
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Rewşa abûrî ya Herêma Kurdistanê baştir dibe û derfetên kar zêdetir dibin.”




