Mesrûr Barzanî: Emê berdewam bin li ser têkoşîna ji bo bidestveanîna armancên pîroz ên bav û kalê xwe

Hewlêr-KDP.info- Piştî sûndxwarina endamên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotarekê de hêlên giştî ya karê kabîneya nû diyar kir û ragihand, karê me yê sereke rûbirûbûna gendiliyê û encamdana çaksaziyê dibe. Mesrûr Barzanî herwiha soza bihêzkirina Herêma Kurdistanê û çaksaziya di hemû sekteran de dide
Di destpêka gotarê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Xwe bi xweşhal û bextewer dizanim ku îro ligel hevkarên xwe li pêş vê parlamentoya birêz ku destkefta xebat û qurbanîdana gelê me ye, bawerî bi me hat dan û me sûnda yasayî xwend.”
Herwiha got: “Îro bi saya xwîna şehîd û têkoşerên Pêşmerge yên qehreman û xweragiriya gelê me, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jidayik bû, ku belgeyeke din a îradeya siyasî ya hêzên Kurdistana me ye.”
Mesrûr Barzanî spasî xelkê Kurdistanê kir û herwiha spasî arasteyî Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kabîneya Heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Herwiha spasiya Parlamentoya Kurdistanê û tevahiya parlamanteran kir, ku bawerî dane wî û dane cîgirê serokwezîr û wezîran. Bêguman emê bi hemû karînên xwe hewl bidin ku em di asta wê baweriyê de bin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Di kabîneya nû de emê hewl bidin di asta hêviyên xelkê de bin û hêla sereke ya kabîneyê, xizmetkirina xelkê be, ku li gor rapirsiyan, daxwaza piraniya welatiyan rûbirûbûna gelendiyê ye, karê me yê sereke rûbirûbûna gendeliyê û encamdana çaksaziyê dibe.”
Ragihand jî, hemû wezîr divê ecînde û karnameya hikûmetê bicih bikin û em rê nadin ti wezîrek ji derveyî hikûmetê kar bike.
Di beşeke din de got: “Me hikûmet wergirt ku bi çendîn milyar Dolar deyndar e. Divê welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê zanibin ku beşa mezin a van qerzan dikeve stûyê Hikûmeta Federal a Iraqê, ji ber wê beşa budceyê neşand, ku ew jî mûçe mafê welatiyên Herêmê ne. Ev rewşa darayî di destpêkê de kabîneya me rastî rewşeke darayî ya dijwar dike, lê emê hewl bidin ku li gor karnemaya me, vê rewşê derbas bikin.”
Amaje bi pêşveçûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kir, ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî niyazpakiya xwe bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan daye, ji ber wê divê her alî sûdê ji keşûhewaya erênî bibînin û li gor destûrê pêngavan bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bavêjin.
Herwiha got: “Ji bo diyarkirina niyazpakiya me jî, di demeke nêzîk de û piştî cîgirbûna kabîneya nû emê serdana Bexdayê bikin û hevkar û hevhelwestê wan hêzan dibin, ku xwazyarên aramî û pêşveçûna Iraq û Herêma Kurdistanê ne.”
Serokwezîr got: “Ji piştî destbikarbûna min di Îlona 2018an de bo pêkanîna hikûmeteke giştgîr, erkê min niha ew e, bi hemû partiyên siyasî û aliyên cuda yên netewa me re bi hev re kar bikin, ta ku bikarin hikûmeteke bihêz ava bikin ku xizmeta xelkê bike, ne ku berûvajî wê. Em nikarin bi serkeftî hikûmeteke bihêz pêk bînin, heger rê bidin nakokî neraziyên biçûk me ji hev cuda bike.”
Serokwezîr daxwaza kir hevahengiya geştir û avaker bi Hikûmeta Iraq a Federalî re bê duristkirin.
Ragihand jî: “Hewlêr û Bexda her du alî asayiş û xweşguzariyan dixwazin ku rêzgirtina hevbeş û bi hev re karkirin bibe bingeh. Ev jî bi misogerkirina beşa me ji dahatûya hikûmetê dibe, bi riya çareserkirina hemû ew nakokiyên li ser dahatê heye, ku dabînkirina beşa budceya Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.”
Derbarê rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê de, Serokwezîrê amaje bi piştbestina bi petrol û gazê da û soz da ku pêdaçûnê di karta giştî de bike.
Her di wê derbarê de Mesrûr Barzanî got: “Divê dilniyayê bidin ku hikûmeta me bi awayekî temam ron û birpirsyane xizmeta xelkê dike. Ev jî bi riya misogerkirina dahata giştî bo dana qerzan, pêşkêşkirina çaksaziya nû ku rê bide bazirganî geş bibe, rakêşana werbirhênana biyanî û pêşxistina jêrxaneyeke nû dibe.
Serokwezîr daxwaz ji civaka navdewletî kir, piştgîriya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bike û piştevaniyê çaksaziyên wê bike, herwiha hevkariya parastina pêgeha Herêma Kurdistanê wek warekî ji bo xelkê koçber û stemlêkirî bike.
Di wê derbarê de ragihand, “Îro nêzîkî yek milyon û 250 hezar koçberên Iraqê li Herêma Kurdistanê dijîn û 275 hezarên din jî ji welatên derdorê berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Em hêvîdar in hevrê û hevpeymanên me berdewam bin bi piştevaniyên xwe ji Herêma Kurdistanê re, em jî wek hemû navçeyên aram, mabenda lêborînê û hevqebûlkirinê dimînin li vê navçeya nearam a cîhanê.”
Serokwezîrê Kurdistanê wiha got: “Xwedê piştevan be ji me re, emê berdewam bin li ser hewl û têkoşîna xwe ji bo bidestveanîna armancên pîroz ên bav û kalê xwe. Herwiha emê pêbend bin û berpirsyar bin bi xebateke serdemyane, heya ku em bighên wê qonaxa ku hêviya şehêd û hemû têkoşer û Pêşmergeyên me yên qehreman û welatiyên Kurdistanê yên xweragir bûye.”
Virus-free. www.avast.com




