9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

“DAIŞ li Mûsilê bihêz bûye..Xwe kirine komên biçûk”

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Berpirsekî PDK li Mûsilê derbarê rewşa wê parêzgehê hişyariyê dide û dibêje, DAIŞ dîse xwe bihêz kiriye û xelkê xwe li dora xwe kom dike û xwe kirine komên biçûk.

Elî Xelîl Berpirsê Şaxa 14 ya PDK li Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê li sînorê Mûsilê dest bi tevgerê kirine û niha xwe kom dikin û xwe rêxistin dikin. Hin zanyarî hene ku çekdarên DAIŞê xwe kom dikin û xwe rêxistin dikin.”

Xelîl wiha got: “DAIŞ mijûlî pilaneke nû ye, ew jî avakirina girûpên biçûk û dabeşkirina wan e. Herwiha dikevin nava xelkê de û xelkê dikin hevalê xwe û endamê DAIŞê, ku wî karî bi veşartî dikin.”

Nûçeyên têkildar