Serok Barzanî bo Parlamenterên PDKê: Berevanê daxwaz û êşên xelkê Kurdistanê bin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel Endamên Fraksiyona PDK li Parlamentoya Kurdistanê civiya û di wê hevdîtinê de daxwaz ji wan kir ku berevan bin ji daxwaz û êş û azarên xelkê Kurdistanê re.
Îro Pênçşema 27.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Serok û Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlemena Kurdistanê civiya.
Di vê civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û ronahî xiste ser erkê dîrokî yê PDK û endamên wê û tekezî li ser wê yekê kir ku Nûnerên PDK di Parlamentoya Kurdistanê de nûnerê dîrok û biha û armancên PDKê ne û pêwîst e nûnerên PDK li parlamentoyê di asta wê berpirsiyariyê de bin ku li ser milê wan e û berevanê daxwaz û êş û azarên xelkê Kurdistanê bin.
Serok Barzanê herwiha tekez jî li wê yekê kir ku endam û nûnerên PDK divê rastgo bin ligel xelkê û daxwazên xelkê bigihînin cihê mebest û tu demekê jî nêzîkî nebinji muzayedekirinê û axaftinên vala.
Her di vê civînê de Serok Barzanî behsa guhertinên dawî yên siyasî yên li asta navdewletî û deverê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê kir û şîretên pêwîst pêşkêş kir.




