“Piştî serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê hewlên çareseriyê zêde bûne”

Bexda-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad dibêje, piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê êdî hewlên çareserkirina kêşe û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zêde bûne û ji bo vê yekê jî 2 komîte hatine avakirin.
Dr. Beşîr Hedad ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê 2 komîte ji bo çareserkirina kêşeyan hatine avakirin. Yek ji wan komîteyan ji bo çareserkirina pirsgirêka navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 e û komîteya din jî derbarê pirsgirêkên abûrî ye wek petrolê.”
Hedad wiha got: “Hewlên çareseriyê cidî ne û ew komîte dê serdana Herêma Kurdistanê bikin ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkan bi Hewlêrê re.”




