Nêçîrvan Barzanî: Emê derfeta weberhênanê li Kurdistanê baştir bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştevaniya aborî û bazirganî ya Amerîka dibe alîkar bo aramî û rêzgiritna li qrubaniyên tevahiya aliyan li Iraqê. Herwiha got ku ewê derfeta weberhênanê li Kurdistanê baştir bikin.
Herêma Kurdistanê û Amerîka kar li ser pêşxistina pêwendiyên bazirganî di navbera hev de dikin. Ji bo vê mebestê, şandeke bazirganiyê, ji 50 kesên amerîkî li Hewlêrê ne û bîrnameyeke hevtêgihiştinê ligel Odeya Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê îmze kir.
Li ser wê bingehê, ji niha û pê ve kompaniyên Amerîkayê projeyên weberanînê bêhtir, li Herêma Kurdistanê, cîbicî dikin.
Di merasîma îmzekirina yadaştnameya di navbera Odeya Bazirganî ya Amerîka û Yekîtiya Odeyên Bazirganî ya Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku Amerîka dikare di warên teknolojya, tendirustî, çandinî, bankdarî, pîşesazî, geştiyarî û çend warên din li Herêma Kurdistanê weberhênanê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got niha qona piştî DAIŞê ye, qonaxa avakirin û pêşxistinê ye.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku kompaniyên amerîkî dikarin di gelek waran de, li Herêma Kurdistanê kar bikin û hêsankarî ji bo wan tê kirin.
Di dema 10 salên borî de, tibaba weberanîna kompaniyên amerîkî, li Herêma Kurdistsnê, nêzîkî 150 milyon dolar bû, ku dike ji sedî 0.25 ji tevaya weberanînan li Herêma Kurdistanê.
Alîkarê Cîgirê wezîrê Derve yê Amerîkayê Andro Pek dibêje: “Niha abûriya Herêma Kurdistanê vejiyaye û Waşinton dikare bêhtir di wê vejînê de, alîkar be.”
Andro Pek got: “Bi nerîna min eşkere ye ku kompanyayên amerîkî, bila bi nîşaneke niştimanî bibêjim, baştirîn karîna wan heye ji bo ku alîkariya Herêma Kurdistanê bikin û aboriya wê vejînin, ku di kerta petrol, elektrîk, telekomînokeyşin, toran, rêveberiya avê, herwiha tendirustî de pêk tê. Aboriya hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêwendiyên wê ligel Bexdayê, li gorî berê, baştir in. Mûçe têne dan, ku bûye sedema vejîna aborî û aramiyê. Piştrastiyê jî dide ku beşê abûrî di gerşepêdanê de ye."
Bazirganên Amerîka û Herêma Kurdistanê, di demekê de, bîrnameya hevtêgihiştinê îmze dikin, ku di dema çend mehên bûrî de, rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê baş bû û gelek kompanî û weberhênerên biyanî jî dixwazin projeyên xwe bînin Herêma Kurdistanê.




