Brett McGurk: Rojhilata Navîn di vê dema girîng de bi hewcey Nêçîrvan Barzanî ye

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê berê yê Serokê Amerîka yê şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk, pîrozbahî li Neçîrvan Barzanî kir û got, serkirdeyên jêhatî û bihêz mîna Nêçîrvan Barzanî kêm in û li Rojhilata Navîn di vê dema girîng de pêwîstî bi Nêçîrvan Barzanî heye.
Nûnerê Serokê Amerîka yê şerê li dijî DAIŞê yê berê di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek aresteyî Nêçîvan Barzanî kir ku weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, kir.
Brett McGurk di peyama xwe de wiha got: “Pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dikim. Serkirdeyên jêhatî û bihêz mîna Nêçîrvan Barzanî kêm in. Li Rojhilata Navîn di vê dema girîng de pêwîstî bi Nêçîrvan Barzanî heye.”




