Beljîka: Em amade ne piştevanî û alîkariya Kurdistanê bikin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Beljîka li Iraq û Urdinê Hendrik van De Velde civiya û behsa pêşeroja hikumraniyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.
Di civînê de, dawî pêşhatên navçê, girîngîpêdana bi pêwendiyan û pêngavên akîtîvkirin û pêkanîna dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.
Mesrûr Barzanî kar û çalakiyên Balyozê Beljîkayê bilind nirxandin, ku bi boneya bidawîbûna erkê xwe serdana Herêma Kurdistanê kiriye û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwast.
Herwiha amaje bi pêşveçûna Herêma Kurdistanê di warên cuda de û gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê kir, bi armanca gihîştina bi çareserkirina tevahiya pirsgirêkan di çarçova destûrê de.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Beljîkayê li Iraq û Urdinê aştî û aramiya Herêma Kurdistanê bi sedemeke erênî ya ferehkirina pêwendiyên dualî zanî û ragihand, welatê wî amade ye di warên cuda de piştevanî û alîkariya Herêma Kurdistanê bike û hêviya pêşketina zêdetir ji Herêma Kurdistanê re û hêviya serkeftina Mesrûr Barzanî di serokatiya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de xwast.




