Serok Barzanî û Serokê Partiya Hel rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Hel kir û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê hat gotûbêjkirin.
Îro Pêncşema 16.5.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Partiya Hel Cemal Kerbulî kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê hat nirxandin û her wiha tekez li ser piştevanîkirina hikûmeta nû ya Iraqê û bileztirkirina proseya temamkirina avakirina hikûmeta nû ya Iraqê kirin.
Her di vê hevdîtinê de tekez li ser hevahengî û pêwendiya di navbera her dû aliyan kirin.




