Serok Barzanî û nûnera sekreterê NY rewşa navçeyên madeya 140 gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li Iraq û deverê gotûbêj kirin.
Îro Dûşema 13.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li xanim Jeanine Hennis-Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê hatin nirxandin.
Herwiha ronahî xistin ser proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî pêngavên ji bo bi leztirkirina proseya siyasî û hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê û pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nûçeyeke dilxweşker ji bo hemû aliyekî da zanîn.
Rewşa navçeyên Kurdistanî yên madeya sed û çil ya destûra Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rola Neteweyên Yekgirtî li yarmetîdana her dû aliyan ya ji bo çareserkirina kêşeya di navbera wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




