9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Şandeke mekteba siyasî ya PDK serdana Kerkûkê kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî piştî serdana encûmena serkirdayetiya Kerkûk_Germiyan, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê serdana liqê 3-ê yê PDK û li gel birêz Mihemed Kemal berpirsê liqê 3-ê civiyan û dilgiraniya xwe li ser wan teqînên Kerkûkê danxuyakirin.

Şanda mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ku pêkhatibû ji Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed û Cafer Emînikî, di serdana xwe de bo Kerkûkê ligel serokê encûmena serkirdayetiya Kerkûk_Germiyan birêz Selah Delo civiyan û di wê civînê de basa gwihertinên dawî û aloziyên Kerkûkê hat kirin. Herweha wê şandê dilgiraniya xwe liser wan teqînên Kerkûkê danxuyanîkirin ku ew teqîn baregeha PDK kiribûn armanic û diser 200 kesî bûn şehîd û birîndar.

Selah Delo serdana şanda mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê bo bajêrê Kerkûkê bi pêngavekî baş sitayiş kir û got ev serdan wê manayê digîne ku Partî hîna gelkî baş giringiyê bi Kerkûkê dide û dê hîna jî giringiyê pê bide

Nûçeyên têkildar