9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bingeha Laleş: Kurdistan welatê yekê û dawî yê Êzdiyan e

Çavkanî: KDP.info

 

 

Duhok-KDP.info- Bingeha Laleş ya Rewşenbîrî û Civakî ya Kurdên Êzdî ragihand: “Erkê me hemûyan e parastina taybetmendiya Êzdiyan di çarçoveya Kurdistanê de.”

Bi helkefta 26yemîn salvegera damezrandina xwe, Bingeha Laleş beyanameyek belav kir û kopiyek bo malpera KDP.info şandiye û tê de hatiye: “Bingeha Laleş tekez dike ku dosyeya girtî û windabûyên Êzdî dê bimîne ji giringtirîn armancên me û em bêdeng nemane û tişta ku ji destê me bê li tevahiya astên navxwe û navdewletî emê xebatên xwe ji bo rizgarkirina wan bikin.”

Bingeha Laleş wiha dibêje: “Li ser me hemû Êzdiyan erk e ku em kar ji bo parastina taybetmendiya Êzdiyan di çarçoveya Kurdistanê de bikin, ji ber ku Kurdistan welatê yekê û dawî yê Êzdiyan e.”

Bingeha Laleş wiha didomîne: “Bêguman ku kêşeya Şingalê ne tenê kêşeya Êzdiyan û Kurdistanê û Iraqê ye, lê belê bi mixabinî ve bûye kêşeyeke navdewletî, ku hinek ejîndeyên navdewletî li ser erdê Şingalê hebe û her yek ji bo bidestveanêna berjewendiyên xwe li deverê kar dike. Em jî her rêgeçareyekê bo doza Şingalê bê razîbûna Êzdiyan red dikin.”

 

Nûçeyên têkildar