9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û şandeke Brîtanya rewşa deverê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Brîtanî bi Serokatiya bîrkarê wezîr û berpirsê fermangeha dîplomasî ya wezareta derve ya Brtîanyayê Sir Simon McDoland kir.

Di civînê de behsa şerê dijî DAIŞê, qonaxa piştî bi dawî hatina DAIŞê, rewşa koçber û penaberên li Kurdistanê û çawetiya vegerandina wan hate kirin.

Di beşeke din ya civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan, Brîtanya û Îraqê, rewşa siyasî, ewlekarî û abûrî ya Iraqê û rola Kurdistanê ya bo bihevre jiyan û parastina tevahiya pêkhateyên hate kirin.

Di dawiya civînê de her du alî nêrînên xwe yên li dor çawetiya bicîhkirina aramiyê li Iraqê, prosesa siyasî ya li Kurdistanê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kirin.

Nûçeyên têkildar