Mîranî: Tenê %10 ji bo avakirina hikûmetê maye..Emê berdewam bin li ser bihêzkirina Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî dibêje, nêzîk dê civîna dawî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê lidar bikeve û tenê %10 karên avakirina hikûmetê maye û hefta bê dê ew kar bidawî bê û dê hikûmet ava bibe.
Fazil Mîranî di daxuyaniyeke taybet de ji malpera KDP.info re ragihand: “Sibe Pêncşema 25.4.2019 dê Polîtburoya PDK bicive û dê di civînê de gotûbêj li ser avakirina hikûmeta Kurdistanê bên kirin.”
Mîranî wiha got: “Qnaxa avakirina hikûmetê % 90 bidawî bûye û em hemû hevnêrîn in û tenê % 10 maye ku hikûmet ava bibe. Hefteya bê dê civîna dawî li ser avakirina hikûmetê bê kirin û dê hikûmeta nû bê avakirin.”
Fazil Mîranî wiha domand: “Em spasiya xweragirî û dilsoziya xelkê Kurdistanê dikin, ku gelekî li hêviya me man ji bo avakirina hikûmeta nû, lê ev hikûmet dê ji bo xizmeta welatiyan û baştirkirina rewşa wan dibe.”
Sekreterê Polîtburoya PDKê ragihand: “Em gelek qurbanî dane û me xebat kiriye ji bo bidestxistina hikûmetekê û xizmeta xelkê xwe. Lewma em guh nadin partiyên din ku çi dibêjin li ser beşdariya wan di hikûmetê de, ew behsa nêrîna xwe dikin û emê jî berdewam bin li ser bihêzkirina Herêma Kurdistanê.”




