9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Metirsiya ser Mûsilê pir mezin bûye..Çekdarên DAIŞê li wir kom bûne

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Nûnerekî parêzgeha Mûsilê dibêje, niha zêdetirî 21 hezar çekdarên DAIŞê li Iraqê hene û piraniya wan li Mûsilê ne, lewma jî wan daxwaz kiriye ku Pêşmerge vegerin derdora Mûsilê ji bo ku xelkê wan navçeyan biparêzin.

Parlamenterê berê yê Iraqê Dr. Salim Şebek ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa ewlehiyê ya parêzgeha Mûsilê pir metirsîdar e û ev demeke ku DAIŞ li Mûsil û derdora wê xwe ji êrîşan û karên terorîstî re amade dike. Gelek caran me Bexda ji wê metirsiyê agahdar kiriye.”

Dr. Salim Şebek wiha got: “Li gorî amarên fermî yên Amerîka hêj 21 hezar çekdarên DAIŞê li nava Iraqê hene û bi baweriya min piraniya wan çekdarn li sînorê Mûsilê kom bûne. Rast e li Enbar û Hemrîn tevgera DAIŞê destpê kiriye, lê hejmara wan li Mûsilê pir zêdetir e ji hemû navçeyên din ên Iraqê.”

Şebek wiha domand: “Şaneyên girûpa terorîstî ya DAIŞê li Mûsilê bi eşkere tên dîtin û dixwazin dest bi êrîşan bikin, lê mixabin hêzên ewlehiyê û hêzên Iraqê ti pilana wan tune ye li dijî wan pilanên DAIŞê.”

Dr. Salim Şebek ragihand: “Me û xelkê Mûsilê jî daxwaz kiriye ku Hêzên Pêşmerge vegerin Mûsilê, bi taybetî jî navçeyên ku dikevin nava madeya 140, ji ber ku ne bi destê Pêşmerge be ewlehiya wan navçeyan kes nikare kontrol bike. Heşda Şeibî û hêzên Iraqê li Mûsilê mijûlî karên xwe yên taybet in û nikarin ewlehiya parêzgehê bigrin. Eger Pêşmerge vegerin derdora Mûsilê bêguman dê rewş guhertin bi ser de bê û dê parastina xelkê bikin.”

Nûçeyên têkildar