10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî cejna Qiyame ya Hezretê Mesîh pîroz dike

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de cejna Qiyame ya Hezretê Mesîh pîroz dike. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan


Bi helkefta hatina cejna Qiyame ya Hezretê Mesîh (Silavên xwedê li ser bê) pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Xristiyanên Kurdistan û Iraqê û seranserê cîhanê dikim û hêvîdar im hemû cejnên xwe ci xweşî û şadî û bexteweriyê de pîroz bikin.

Helkeft û cejna pêkhatên Kurdistanê derfetên baş in ji bo dûpatkirina birayetî û aştî û pêkvejiyanê û cihê şanaziyêye li welatê me çanda pêkvejiyan dîrokeke xwe ya kevin heye û li sayeya wê kultûra pilebilind a xelkê Kurdistanê ye ku welatê me di asta herêmayetî û cîhanî de mînakeke diyar e ji pêkvejiyana pêkhatan û ol û neteweyiyên cûda de.

Di vê helkefta pîroz hêviya bextewerî û şadiyê ji bo xuşk û birayên me yên Xristiyan dixwazim û hêvîdar im ev helkeft destpêkek be ji bo nemana tundiyê û zilmê û herwiha aştî li ser navçeya me û cîhanê belav bibe.

Bimînin bi xêr û xweşî

Mesûd Barzanî
20.04.2019”

Nûçeyên têkildar