Selçuk Mizrakli wek şaredarê nû yê Amedê dest bi kar kir

Bakurê Kurdistanê-KDP.info- Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli belgenameya xwe wergirt û îro weke şaredar dest bi kar kir. Lê belê Desteya Bilind a Hilbijartinan belgename neda Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Hulya Alokmen Uyanik.
Piştî derbasbûna 16 rojan bi ser hilbijartinên şaredariyan re, îro Sêşemî Berbijêrên HDPê yên ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Selcuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik serî li ofîsa Desteya Bilind a Hilbijartinan a Amedê dan.
Duhî Duşemiyê jî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk piştî 15 rojan belgenameya xwe ji YSKê wergirtibû û bi fermî weke şaredar dest bi kar kir.




