Nêçîrvan Barzanî: Ez hevxemiya xwe bo xelkê Fransayê tînim ziman

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe di derbarê şewata Katedrala Notre Dame de ragihand.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di twîtekê de hevxemiya xwe li gel xelkê Fransyê di derbarê bûyera agirpêketina li katedrala dîrokî ya Notre Dame de Paris de ragihand.
Nêçîrvan Barzanî di twîtta xwe de nivîsandiye ku ew hevsoziya xwe ji bo xelkê Parîsê bi taybetî û Frensayê bi giştî di vê dema zehmet de radigihîne.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herwiha balê dikşîne ser pêgeha dîrokî ya wê katedralê û dibêje, ew dever cihekî kulturî û dîrokî ye li Fransa û tevahiya cîhanê.
Di peyama xwe de Serkwezîrê Herêma Kurdistanê wiha gotiye: “Hevxemiya xwe bo xelkê Parîsê û Fransayê bi giştî tînim ziman, ev demeke zehmet e ku katedrala Norte Dame, agir li cihekî kulturî yê bêhempa yê Fransayê û cîhanê ketiye.




