10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hêj termên 88 kesên bûyera belema Mûsilê winda ne

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Wezareta Tendirustî ya Iraqê ragihand ku heta niha termên 88 kesên ku di bûyera Mûsilê ya nuqimbûna belemê de xeniqîbûn, ne diyar in.

Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de li ser zarê Rêveberê Giştî yê Saziya Pizîşkiya Dadê, Zeyd Reid Elî ragihandiye ku 110 termên qurbaniyên bûyera belema Mûsilê hatine derxistin û 88 kes jî ne diyar in.

Wezreta Tendirustiya Iraqê eşkere jî kiriye ku tîmên pispor navendeke datayên DNA amade kirine daku DNAya qurbaniyan ligel DNAya kesûkarên wan bidin ber hev.

Li gor daxuyaniyê, piştî bidawîbûna proseya pişkinînê, ew dê terman radestî malbatên wan bikin.

Herwiha amaje bi wê yekê hatiye dan ku 88 kesên ku hêj termên wan nehatine dîtin, ji 69 malbatan in.

Roja 21ê Adarê di roja ewil a Newrozê de li Mûsilê li ser çemê Dîcleyê belemek nuqmî avê bûbû û piraniya kesên li ser wê belemê bûn, xeniqîbûn.

Nûçeyên têkildar