Mesrûr Barzanî: Kurdistan dê her navenda biratî û pêkvejiyana aştiyane bimîne

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeka ayînî ya Ermeniyan kir û di wê hevdîtinê de got ku, Kurdistan dê her dem wek navenda pêkvejiyana aştiyane bimîne.
Îro 7.4.2019 danê sibê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şandeke Ermeniyên Kurdistan û cîhanê kir.
Di civînê de rewşa Xristiyan û Ermeniyên Kurdistan û Iraqê hat axaftin û hat tekezkirin ku divê şert û mercên pêwîst bo vegera koçberên Xristiyan û Ermenî bo ser mal û warê wan li deşta Neynewa bên dabînkirin.
Mesrûr Barzanî diyar kir, ji bo ku hewl û pilanên nehîştin û asîmîlekirina nasnameya mesîhiyan û guhertina demografiya deverên wan negihên armanca xwe divê Xristiyan zêda xwe neterikînin û got, em li ser piştevanîkirina mafên birayên Xristiyan û Ermenî berdewam in.
Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê anî ziman di bin her şertekê de gelê Kurdistanê dest ji çanda lêborîn û pêkvejiyanê bernade, ji ber ku wê çandê reha xwe di dîrokê de kutaye û got, Kurdistan dê her dem wek navenda biratî û pêkvejiyana aştiyane ya hemû netewe, ayîn û etnîkan bimîne.
Şanda mêvan jî spasiya Serok Barzanî û gel û hikûmeta Kurdistanê kir ku di qonaxên cuda de sitar dane Xrisyiyanên Iraq û di vekirina dêrên Ermeniyan li Hewlêr û bajarên din yên Kurdistanê alîkar û piştevan bûne.
Şanda Ermenî di dawiyê de serkeftin ji kabîneya nû ya Kurdistanê re bi serokatiya Mesrûr Barzanî, xwast.
Virus-free. www.avast.com




