10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesûr Barzanî bo Brîtanya: Divê mafê gelê Kurd li Sûriyê parastî be

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Mezin Şêwirmendê Wezareta Bergîriyê ya Brîtan bo Rojhilata Navîn General John Lorimer û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî got, pêwsît maf û asayişa gelê Kurd li Sûriyê parastî be.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes amade bû, dawî pêşhatên navçê û piştevaniya Brîtanya ji hêza Pêşmerge re hatin guftûgokirin.

Mesrûr Barzanî rola hikûmet û şêwirmendên leşkerî yên Brîtanya di rahênankirin û yekxistina hêzên Pêşmerge de bilind nirxand û karê cidî bo çareserkirina sedemên serîhildana teror û tudûtûjiyê li navçê bi pêwîst zanî.

Ji aliyê xwe ve, Mezin Şêwirmendê Wezareta Berîgiriyê yê Brîtana bo Rojhilata Navîn tekez kir, welatê di çarçova hevpeymaniya cîhanî de bi rahênankirin û piştevanîkirina hêzên Pêşmeger û Iraqê berdewam dibe ta serkeftina yekcarî bi ser terorê de. Herwiha amaje bi girîngiya hevahengiyê di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de li navçeyên ku tevegera DAIŞê li heye kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pêşhatên rewşa Sûriyê hatin guftûgo kirin, girêdayî bi wê babetê jî Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez li ser diyalog, çareseriya siyasî û gerentiya maf û ewlehiyê ji hemû pêkhateyên Sûriyê û bi taybetî gelê Kurd li wî welatî kir.

Nûçeyên têkildar