Serok Barzanî pêşangeha pirtûkan li Hewlêrê vekir

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, îro 14.mîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan li Hewlêrê hate vekirin.
Çardehemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Hewlêrê îro 3.4.2019 dest pê kir û dê heta 13ê Nîsanê berdewam be û bi hezaran navnîşanên pirtûkan têde têne nimayişkirin.
Di pêşangeha Hewlêrê de herwiha bi beşdariya zêdetir ji 100 kesayetên rewşenbîr û akademîsiyen ji navxwe û derveyî Kurdistanê û Iraqê, dê zêdetir ji 80 semînar û çalakiyên rewşenbîrî yên cor bi cor bêne encamdan.
300 weşanxane ji 21 welatên cîhanê, bi zêdetirî 1 milyon pirtûkan beşdarî vê pêşangehê bûne.
ji welatên weke Misir, Sûriye, Lubnan, Urdun, Tirkiye, Îran, Brîtanya, Hindistan, Almanya, Îtalya û çend welatên din, weşanxane tevlî pêşangeha Hewlêrê bûne.
Herwiha 42 weşanxane ji Başûrê Kurdistanî û 7 weşanxane jî ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî di 14.mîn Pêşangeha Navdewletiya Pirtûkan a Hewlêrê de kirine.
Pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê her sal di meha Nîsanê de tê vekirin, lê belê sala bihorî ji ber qedexeya li ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê, ew pêşangeh bo dema çend mehan paş ketibû û di meha Cotmehê de hatibû vekirin.




