Amerîka radestkirina firokeyên F 35 bi Tirkiyê da rawestandin

Ajans-KDP.info- Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) şandina hemû amûrên girêdayî firokeyên F 35 ji bo Tirkiyê rawestand, ew yek jî weke karvedanekê li hember rijdbûna Tirkiyê li ser wergirtina sîstema S 400 a Rûsî.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Mike Anders di daxuyaniyekî de ragihand ku, piştî rijdbûna Tirkiyê li ser biryara wergirtina sîstema Rûsî, wan biryara rawestandina şandina amûr û hemû çalakiyên taybet bi radestkirina firokeya F 35 daye.
Berpirsên Amerîkî di rojên derbasbûyî de li ser biryara wergirtina sîstema berevaniya esmanî ya S 400 a Rûsî hişyarî dabûne Tirkiyê, lê belê Enqere li ser kirîna wê sîstema mûşekî ya Rûsî rijd e.




