Mîranî: PDK û YNK di riya rêkeftinê de ne..Nabe YNK li hêviya 50 bi 50 be

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku PDK û YNK di rê de ne ku lihev bikin. Herwiha dibêje, nabe YNK li hêviya 50 bi 50 be.
Mîranî ji Dengê Amerîka re ragihandiye: “PDK û YNK di rê de ne ku lihev bikin. Em herdû alî jî dibêjin ku tenê lihevkirin li pêşiya me ye, ji ber ku erk û berpirsyaretiyeke niştimanî û netewî li ser milê me ye.”
Mîranî derbarê pêngavên PDK ji bo hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê di Parlemantoya Kurdistanê de, ragihand: “Pêwîst e birayên me yên YNK di wê proseyê de beşdar bin, ji ber ku serokê herêmê dê serokê hemû tevahiya Herêma Kurdistanê be û dê ne tenê serokê partiyekê be. Me ev yek ji YNKê re jî gotiye ku nabe hûn di vê proseyê de beşdar nebin. Lê em niha geşbîn in ku YNK dê beşdar bibe di proseya hilbijartina serokê herêmê de û em geşbîn in jî ku dê di hikûmetê de jî beşdar bibin, ji ber ku cudahiyeke biçûk di navbera me de heye û di danûstandinan de nêzîkbûnek di navbera me de heye.”
Mîranî got ku PDK, kursiyê serokê parlemanto, cîgirê serokê hikûmetê, Wezareta Pêşmerge, Wezareta Perwerde, Çandinî û rêveberê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Kurdistanê, daye YNKê lê ew razî nebûne. YNK daxwaz dike ku 2 cîgirên serokê herêmê hebin û yek ji wan ji bo YNKê be, yan jî alîkarê serokê herêmê hebe û ew kursî ji YNKê re be. Bi nêrîna min girîng e ku YNK di nava hikûmetê de beşdar bibe û beşdariya wê dikeve qezenca me hemûyan, lê nabe jî YNK li hêviya 50 bi 50 be. Ne baş e hikûmet bê YNK ava bibe, lê bê YNK jî hikûmet ava dibe.




