10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Keçên Êzdî di Roja Jinan de bang li cîhanê dikin

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- Keç û jinên Êzdî bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi rêya malpera KDP.info nameyekê ji cîhanê re dişînin û dibêjin, bêdeng nemînin û hemû hewl bidin ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzdî yên ku heta niha di destê DAIŞê de ne.

Hela Sivîl, ku keçeke rizgarbûyî ji destê DAIŞê ye, dibêje: “Mixabin cîhan û welatên dunyayê li hemberî revandina keç û jinên me ji aliyê DAIŞê ve bêdeng in. Li pêşiya çavê hemû cîhanê li Baxozê wan terorîstan serê 50 jinên Êzdî jê kirin û me ti helwestek ji cîhanê nedît. Pêwîst e welatên cîhanê kar bikin ji bo derxistina keç û jinên Êzdî ji destê DAIŞê. Wa DAIŞ bi dawî dibe û hêj zêdetirî 1000 kesên Êzdî di destê DAIŞê de mane.”

Ofîsa Rizgarkirina Keçên Êzdî yên Revandî ku ser bi Serowezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ye, amara dawî ya wan keç û jinên Êzdî yên ku di destê DAIŞê de mane, ji malpera KDP.info re eşkere dike û dibêje, 1400 jin di destê terorîstên DAIŞê de mane.

Çalakvana Êzdî Navîn Simoqî jî dibêje: “Jinên Êzdî bi dirêjahiya dîrokê rastî gelek zilm û zordarî û nexweşî û komkujiyan hatine. Me di komkujiya Şingalê de dît ku çi hat serê jinên Êzdî. Mixabin Hikûmeta Iraqê û tevahiya cîhanê bêdeng e li hemberî wê zilma ku li Êzdiyan hatiye kirin. Komkujiya Baxozê jî mezintirîn belge ye ji bêdengiya cîhanê re. Tenê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi karînên xwe rabû û gelek jin û keçên Êzdî ji destê DAIŞê rizgar kirin.”

Her derbarê vê pirsê, Berpirsa Rêxistina Dayik bo Geşepêdana Jinên Êzdî Sozan Sefer jî wiha dibêje: “Niha bi sedan jinên Êzdî di destê DAIŞê de mane û yên di kampan de jî dijîn êşeke mezin dibînin. Em berdewam daxwaza dadgehkirina wan tawanbaran dikin, lê mixabin cîhan li hemberî wan terorîstan bêdeng e. Em bang li cîhanê dikin ku wê bêdengiya xwe bişkînin û hewl bidin jinên Êzdî yên ku mane rizgar bikin.”

Nûçeyên têkildar