DAIŞ hêj li Iraqê bihêz e..Her roj 40 - 50 kesî dikujin

Bexda-KDP.info- Tevgera DAIŞê li Iraqê careke din zêde bûye û tê gotin li terorîstên wê girûpê her roj 40 - 50 welatiyên Iraqê dikujin.
Li Sûriyê, ji ber operasyona berfireh a li dijê DAIŞê li bajarokê Baxozê, êdî ew rêxistina terorê pir tengav bûye û li gorî çavdêran û berpirsên ewlehiyê, niha metirsiya wê rêxistinê li ser Iraqê pir zêde bûye.
Pisporê Leşkerî Eqîd Hêmin Hesen ji malpera KDP.info re behsa tevgera DAIŞê dike û dibêje: “Ev demek e ku tevgera DAIŞê li navçeyên Iraqê û li gorî mehên derbasbûyî, gelekî zêde kiriye. Li gorî zanyariyên me, li hinek navçeyên ser bi Diyala û Enbar û Mûsilê, piştî ku roj diçe ava, deselat dikeve destê DAIŞê de. Êdî metirsiya DAIŞê pir zêde kiriye, bi şêweyekî ku rojane 40 heta 50 kesî dikujin.”
Operasyona jinavbirina DAIŞê li cihê wê yê dawî li Baxozê berdewam e û heta niha bi hezaran çekdarên DAIŞê û sivîl ji Baxoza dorpêçkirî derketine û xwe radestî hêzên HSDê kiriye. Gelek ji wan çekdaran xelkê Iraqê ne û dixwazin vegerin Iraqê.
Derbarê wê yekê de, Pro. Xelîl Îsmaîl mamosteyê zanîngehê dibêje, divê Hikûmeta Iraqê vê pirsî bi cidî werbigre û pilana wê jê re hebe, herwiha ji erkê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ye ku çavdêriya tevgera wan terorîstan bikin.
Îsmaîl ji malpera KDP.info re wiha domand: “Vegera wan hemû çekdarên DAIŞê bo Iraqê dê pirgirêkeke ewkehî mezin çêbike. Lê DAIŞ wek berê nemaye û ez bawer nakim ku dîsa bajaran bigre, lê ji aliyê edyolojî ve hêj DAIŞ maye û dê heta demke din jî bimîne.”
Ji aliyê xwe ve, Eqîd Hêmin Hesen wiha got: “Ji bilî wan çekdarên ku xwe radestî hêzên Iraqê dikin û ji bilî wan çekdarên ku daxwaz kirine vegerin Iraqê, hêj hejmareke pir mezin ji terorîstên DAIŞê mane û metirsiya wan pir mezin e.”




