Liqê Yek û melbenda Çar tekez liser xizmetkirina deverê kirin

Li baregayê liqê Yek endamê civata serkirdayetî ya Partî Ebidulxalq Babîrî û desteka kargêriya liqa Yek pêşwazî li Herêm Kemal Axa berpirsê melbendê Çar yê Yekêtiyê û şandê digel da duhî kir.
Di hevdîtineka dû qulîda dinav bera liqê Yek û melbendê çiwra yê Yekêtiyê da hizir û bîr lêk hatin gwehartin û ji bo ser keftina karên hikumetê li deverê û pal piştiya xwe liser karên dezgehên mîrî li dihukê diyar kir û got: Bo xizmetkirina hawelatiyên deverê hemû şiyana dê mezêxîn.
Her di vê runiştinan de amaje da bi rewşa herêmê û Îraqê û hat gotin ji ber armancên deshelata Îraqê û siyaseta nehekîmane rewş berv ne aramiyê ve çûye û çare nivîs maye helawîstî û xelkê di ne aramiyê de dijîn û eve jî mezintirîn tawane di gel hawelatiyan de tê kirin belê sozdan her berevanên Kurdistanê bin û di rijdibîn liser parastina mafên milletê Kurd.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)