10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Destê berpirsên Iraqê di gendeliyê kirîna çekan de heye

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Endamekî Komîteya Destpakiyê ya Parlemantoya Iraqê dibêje, mezintirîn gendelî li Iraqê di sektora leşkeriyê de hatiye kirin, bi taybetî jî di girêbestên kirîna çekan de.

Di 10 salên derbasbûyî de, beşek girîng ji samanên niştimanî yên Iraqê bi kirîna çekan çûye. Di proseya kirîna çekan de gendeliyeke zêde hatiye kirin û destê beşek ji berpirsên mezin ên Iraqê di gendeliya kirîna çekan ji welatan de heye.

Derbarê wê pirsê, Hindirên Lezgîn Endamê Komîteya Destpakiyê ya Parlemantoya Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Mezintirîn gendelî li Iraqê di sektora leşkerî de hatiye kirin, nexasim di girêbestên kirîna çek û pêdviyên leşkerî de. Em niha kar li ser belgehan dikin û navê çendîn berpirsên siyasî û leşkerî yên Iraqê di wê gendeliyê de heye.”

Lezgîn wiha got: “Ew berpirsên siyasî û leşkerî yên ku destê wan di dosyeya gendeliya kirîna çekan de heye, divê bên dadgehkirin û qanûn û yasa di ser hemûyan re be.”

 

Nûçeyên têkildar