10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Metirsî heye ku DAIŞ ji Sûriyê bê nava Iraqê

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Parlemanterekî Iraqê dibêje, ji ber ku DAIŞ li Sûriyê ber bi nemanê ve diçe, çekdarên wê rêxistinê dixwazin ji Sûriyê berê xwe bidin Iraqê û gelek pere û zêr di destê wan de hene, lewma jî divê Iraqê sînorên xwe bihêztir bike, ku niha DAIŞê bi hêsanî dikare bê nava Iraqê.

Televîzyona CNN a Amerîkî, li ser zimanê berpirsekî Amerîkî belav kiriye ku bi sedan çekdarên DAIŞê ji Sûriyê ber bi Iraqê ve revyane û gelek pere bi xwe re birne, ku ew pere nêzîkî 200 milyon dolar e.

Derbarê wan nûçeyan, Endamê Komîteya Asayiş û Bergîriyê ya Parlemantoya Iraqê Nasir Herkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Zanyariyên me hene ku çekdarên DAIŞê li Sûriyê mane û dixwazin sînor derbas bikin û bên nava axa Iraqê. Eger bixwazin dikarin bi asanî bên nava axa Iraqê û metirsiyeke mezin heye.”

Herkî wiha got: “Sînorên Iraqê pir lawaz in û her hêzek ku bixwaze dikare bê nava axa Iraqê, ji ber ku ew hêzên ku li ser sînor in nehêzên niştimanperwer in û nikarin sînor kontrol bikin, lewma jî pêwîst e Hikûmeta Iraqê vê yekê liber çav bigre.”

 

Nûçeyên têkildar