Serokwezîrê Iraqê soz da: Emê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bikin

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina di navbera Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad de, Adil Ebdulmehdî ragihand ku karê wan ê herî li pêşî çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.
Dr. Beşîr Hedad û Dr. Adil Ebdulmehdî behsa pirojeyasaya budceya 2019 ya Iraqê kirin û li ser para Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê sekinîn û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pêwîst e mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di budceyê de bê cîbicîkirin û mafê Pêşmerge û fermanberên Kurdistanê ji nakokiyên siyasî bidûr bin.
Dr. Beşîr Hedad û Adil Ebdulmehdî tekez kirin ku ew kursiyên ku ji Kurdan hatine sitendin di hikûmetên berê yên Iraqê, dibê ji wan re vegerin. Herwiha derbarê rewşa Şingalê jî tekezî li ser wê yekê hat kirin pêwsît e Hikûmeta Iraqê piştgiriyê bike li wê deselata ku bi hilbijartinan hatiye danîn.
Dr. Beşîr Hedad daxwaz ji Dr. Adil Ebdulmehdî kir ku hewlên cidî bide ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Serokwezîrê Iraqê jî bi temamî soz da ku hemû hewlên xwe bide ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û ragihand ku karê hikûmetê yê herî pêşî çareserkirina wan pirsgirêkan e.




