10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

“Vegera hêzên Amerîka bo Mûsilê ji bo aramiya navçeyê ye”

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto dibêje, biryarek heye ku hêzên Amerîka vegerin Mûsilê, ew jî dibe pêngaveke girîng û erênî ji bo aramiya Mûsil û navçeyê.

Seydo Çeto ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka niha binkeyeke wê li Geyare û yek jî li Koşka Komarî ya Mûsilê heye. Behsa wê yekê tê kirin ku hêzên wê vegerin Mûsilê û li navçeya wê bicîh bibin, ev jî pêngaveke erênî û girîng e bo aramiya navçeyê û parastina wê ji her metirsiyekê.”

Çeto wiha got: “Hatina wê hêzê bi rêkeftin e Hikûmeta Iraqê, ku hêzên Amerîka dikarin biçin cihê ku dixwazin, lewma jî ew hêza ku dê bê bo Mûsilê li gorî rêkeftinekê ye, lê heta niha li ser erdê nehatiye cîbicîkirin.”

Ev pêngava Amerîka ya şandina hêza xwe bo Mûsilê, di demekê de ye ku dê hêzên xwe li Kerkûk û Xûrmato jî bicîh bike û li gorî çavdêran ev pêngava Amerîka girîng e, da ku rê li pêşiya binpêkirinên Heşda Şeibî bê girtin û navçe aram bibe.

 

Nûçeyên têkildar