10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bolton: Amerîka bê parastina Kurdan ji Sûriyê venakişe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton helwesta welatê xwe ya dawî ji vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ragihand û got ku hêzên wan bê parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji Sûriyê venakşin.

John Bolton ku niha bi serdanekê li Îsraîlê ye û pirsa vekişandina leşkerên Amerîkî ji Sûriyê bi berpirsên wî welatî re gotûbêj dike, ragihand ku helwesta Serokê Amerîka Donald Trump ew e, bê parastina Kurdan li Sûriyê hêzên Amerîka ji Sûriyê venakişin.

Heriwha got jî, ji bo wê mebestê ewê garentiyê ji Tirkiyê werdigirin û naxwazin ji piştî wan Tirkiye operasyona leşkerî li navçê bike û divê di wê derbarê de hevahengiyê bi Amerîka re bike.

Nûçeyên têkildar