Kurdistan “Roja Artêşa Iraqê” pîroz nake..Em qet şanaziyê bi wê rojê nakin

Hewlêr-KDP.info- Sibe 6ê meha 1ê Roja Artêşa Iraqê ye. Li Iraqê bêhnvedana fermî ye, lê Herêma Kurdistanê nekir bêhnvedan. Xelkê Kurdistanê pêşwaziyê li wê biryarê dikin û çavdêr jî dibêjin ti pêwendî û elaqa Herêma Kurdistanê bi artêşa Iraqê ve tune ye ku ew roj li Kurdistanê bê pîrozkirin.
Roja 6.1.1921ê yekem yekîne ji artêşa Iraqê di bin deselata Brîtanya de hat damezrandin. Lewma jî hersal di 6ê meha yekê de li Iraqê Roja Artêşa Iraqê tê pîrozkirin û ew roj wek bêhnvedanek e. Lê Herêma Kurdistanê biryar daye ku vê rojê pîroz neke û li dibistanan û dezgehên hikûmetê neke bêhnvedan.
Bi dirêjahiya dîrokê gelên Iraqê û nexasim jî gelê Kurdistanê gelek êş û karesat li ser destê artêşa Iraqê dîtine û dema behsa artêşa Iraqê tê kirin êşa 100 salên borî tê ber çavê wan.
Parlamenterê berê yê PDKê li Iraqê Mûyed Teyîb derbarê wê rojê de ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Ti elaqe û pêwendiya Herêma Kurdistanê bi Kurdan û bi Herêma Kurdistanê tune ye. Dema ew artêş hat damezrandin, armanc jê tenê ew bû ku şerê miletên Iraqê bike. Armanc ne ew bû ku xelkê xwe û sînorên Iraqê biparêze. Ne artêşeke niştimanî bû. Ne artêşa hemû pêkhateyan bû.”
Mûyed Teyîb wiha domand: “Em destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku Roja Artêşa Iraqê nekir bêhnvedan, ji ber ku artêşa Iraqê her wek darekî bû di destên rêjîmên Iraqê de ji bo ku li serê Kurdan bidin. Em qet şanaziyê bi wê rojê nakin ku em rabin pîroz bikin û şahiya lidar bixin. Ereban jî ti serweriyek ji destê artêşa Iraqê nedîtine û ew jî şanaziyê bi vê artêşê nakin. Heq e ku li hemû Iraqê ew roj neyê pîrozkirin.”
Di hin malperên Başûrê Kurdistanê de rapirsî hatiye kirin û ji xelkê pirsyar kirine ku hûn ligel biryara Hikûmeta Kurdistanê ne ku Roja Artêşa Iraqê li Herêma Kurdistanê neyê pîrozkirin, piraniya xelkê gotine ku em ligel biryara hikûmetê ne û em naxwazin wê rojê pîroz bikin.




