Zehmet e vê hefteyê jî hikûmeta Iraqê temam bibe

Bexda-KDP.info- Parlamentera PDKê li Bexdayê Dr. Meyada Necar ragihand ku biryar e di nîvê hefteyê de Parlamentoya Iraqê bicive û deng bide li ser hikûmeta nû ya Iraqê, lê heta niha lihevkirin li ser wê yekê nehatiye kirin, lewma jî zehmet e vê hefteyê jî hikûmet temam bibe.
Dr. Meyada Necar ji malpera KDP.info re ragihand: “8ê vê mehê ku roja Sêşemê ye dê parlamento bicive û dê tê de deng li ser temamkirina hikûmetê bê dan, ku hersê wezaretên (bergirî û karê hindur û dad) mane ku deng li ser wan bên dan.”
Necar wiha got: “Eger lihevkirin li ser wan wezaretan hebe dê deng li ser bê dan û dê hikûmeta nû temam bibe, lê heta niha ti lihevkirinek li ser diyarkirina kesên ku dê bibin wezîr, nehatiye kirin û bê lihevkirin jî pir zehmet e ku parlamento deng li ser wan wezaretan bide.”




