Macron ji Putin re got: Divê Kurd li Sûriyê bên parastin

Ajans-KDP.info- Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji Serokê Rûsyayê Vlasimir Putin re got: “Li Sûriyê şerê DAIŞê bi dawî nebûye û divê Kurd jî li Sûriyê bên parastin.”
Koşka Elysee di beyannameyekê de ragihandiye ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron di peywendiyeke telefonî de ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin rewşa Sûriyê û şerê dijî terorê li navçeyê gotûbêj kirine.
Macron di peywendiya telefonî de ji Serokê Rûsyayê re gotiye ku DAIŞ li Sûriyê bi dawî nebûye û şerê dijî DAIŞê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve berdewam e.
Herwiha Serokê Fransayê gotiye: “Divê îtiraf bi mafên xelkê navçeyê bê kirin û garantî hebe ku ji Hevpeymaniya Navdewletî bi taybetî jî Kurd bên parastin.”




