HSD: Amerîka vekşe dê aramî û ewlehî tevlihev bibe..Dê valahiyeke siyasî û leşkerî çêbibe

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) ragihand ku eger Amerîka ji Sûriyê vekşe dê aramî û ewlehî tevlihev bibe û dê valahiyeke siyasî û leşkerî li herêmê çêbibe.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyaniyek derbarê biryara Amerîka ya vekişandina hêzên wî welatî ji Sûriyê belav kir.
Di daxuyaniya HSD de hatiye ku biryara Washington bi awayekî nerênî dê bandorê dike û dê hêzekê dide terorê.
HSD herweha bal kişandiye ser wê yekê ku divê Hevpeymaniya Navdewletî alîkariya wan bike û vekişandina hêzên Amerîka dê bandoreke neyênî li ser aştiya cîhanê bike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heta niha dawî li hebûna DAIŞê nehatiye. DAIŞ niha hewl dide careke din xwe rêk bixe. Ev pêvajoyeke pir girîng û hesas e. Pêwîst e alîkariyeke zêdetir ji hevpeymaniya navdewletî were girtin û bi hemû awayî alîkariya şervanan werekirin da ku şerê li dijî DAIŞê dewam bike. Ne xwe ji herêmê vekişînin.”
HSDê ragihand: “Biryara vekişîna ji herêmê, dê tunebûna rêxistina DAIŞê asteng bike. Herwiha dê hêviyên gelê herêmê yên aramî û ewlehiyê pûç bibe. Ji ber ku heger di rewşeke wiha de xwe ji herêmê vekişînin dê aramî û ewlehî tevlihev bibe û dê valahiyeke siyasî û leşkerî li herêmê çêbibe.”




