Serok Barzanî bo McGurg: Ez ji pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê dilgiran im

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di hevdîtina ligel Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê Brett McGurg de nîgeraniya xwe ji pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê nîşan da.
Îro Duşema 17.12.2018 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett McGurg Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê ji bo Hevpeymaniya Navdewletî ya Şerê li Dijî DAIŞê û şanda pê re kir, ku şanda wî ji Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman û Şêwirmendê Taybet ê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Şerê li Dijî DAIŞê Balyoz William Roebuck û Konsolê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin pêk hatibû.
Di wê hevdîtinê de rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî hatin gotêbêjkirin û şanda mêvan guhertinên siyasî û ewlehî yên dawî li Sûriyê û rewşa meydanî ya şerê li dijî terorîstên DAIŞê li Sûriyê û herwiha stratejiya welatê wan di derbarê Sûriyê de ji bo Serok Barzanî behs kirin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jibilî derbirîna dilgiraniyên xwe yên li pêşaroja gelê Kurd li Sûriyê, nêrîn û şîretên xwe yên di derbarê çawaniya çareserkirina kêşeyan û gefên li ber gelê Kurd li Sûriyê, şîrove kir.
Her di vê civînê de, di derbarê rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û hevkêşeyên di nav proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên nirxandina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de gotûbêj kirin.




