Hêmin Hewramî û heyeteke Siwêdî civiyan

Endamê desteya Serokatiya PDKê û Berpirsê peyvendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî pêşwaziya heyeteke Rayedarên navenda lêkolîn ya Siwêdê ( Global Challenge) kir.
Di hevdîtineke de Hewramî bi awayekî kurt behsa rewşa Kurdistanê di warê abûrî, siyasî û ewlekarî de kir û spasiyên Partiya demokrata Kurdistanê jî pêşkêşî Hikûmet û Gelê Swêdê kir û ragihand ku, hem Hikûmet û him jî Gelê Swêdê di rojên dijwar de hevkarî û piştgîriya Gelê Kurd kirine.
Di berdewamiya hevdîtina han de her du alî behsa çendîn babetên din yên ku, dibin sedema bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de kirin û Berpirsê peyvendiyên Derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî daxwaz ji heyeta Swêdî kir daku, di weguhastina rastiyên Kurdistanê bo Cîhana Derve hevkariya Kurdistanê bike û di derbarê Swêdê de jî zaniyariyên baş pêşkêşî welatiyên Kurd bike.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)