Serok Barzanî bersiva bangewaziya qaymeqamê Mûsilê dide

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bersiva bangewaziya Qaymeqamê Mûsilê dide û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji bo alîkariya xelkê Mûsilê yê ku ziyan ji baran û lehiyê dîtine, raspard.
Piştî ku roja înê 07.12.2018 Qaymeqamê bajarê Mûsilê Zuhêr El Erecî daxwaz ji Serok Barzanî kir ku bi hanaya bajarê Mûsilê ve biçe û alîkariya koçber û xelkê lêqewimî yê lehî û baranbarînên vê dawiyê bike. Cenabê Serok Mesûd Barzanî bi wê bangewaziyê ve hat û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî raspard ku bi hewara koçber û lêqewimiyên lehiya vê dawiyê ya bajarê Mûsilê ve biçin.




