10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Şandera Serokwezîrê Brîtanya civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şandera Taybet a Serokwezîra Brîtanyayê bo Karûbarên Bazirganiya Derve Emma Nicholson û Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks û Konsolê Brîtanya li Hewlêrê Martin Warr kir.

Di wê hevdîtinê de, Şandera Taybet a Serokwezîra Brîtanyayê kêfxweşiya xwe bi nêzîkbûna di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de derbirî û amadehiya welatê xwe jî nîşan da ji bo zêdetir girîngîpêdana bi karta weberhênan û aboriyê li Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî pesnê hevkariyên hikûmeta Brîtanyayê yên di warên mirovî û leşkerî de kir û hevahengiya Hewlêr û Bexdayê jî bi girîng binav kir. Herwiha behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û tekez kir ku Hikûmeta Kurdistanê piştgiriyê li hikûmeta Adil Ebdulmehdî dike û ji aliyê xwe ve hewl dide ku ew hikûmet serkeftî be û aramiya abûrî û siyasî û ewlehî vegere Iraqê û Herêma Kurdistanê jî sûd jê bigre.

Nûçeyên têkildar