10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Wezareta Darayî ya Iraqê şaşîtiyan berê rast dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Birîkarê berê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê Dr. Fazil Nebî ragihand ku piştî guhertina serokwezîrê Iraqê û wezîrê darayî, Wezareta Darayî ya Iraqê êdî şaşîtiyên berê serast dike û ew guhertin di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ne.

Dr. Fûad Husên, ku Kurd e, ji aliyê PDKê ve bûye Wezîrê Darayî yê Iraqê û hewl dide ku ew biryar û şaşîtiyên ku li dijî Herêma Kurdistanê hatibûn derxistin, nehêle. Tê zanîn ku Hikûmeta Iraqê mûçeyên fermanberên Kurdistanê û Pêşmerge qut kiribûn, û herwiha para Kurdistanê ji bûdceya Iraqê nedida.

Niha daxwaza Kurdistanê ew e ku, Bexda mûçeyê Pêşmegre bide û para Hêzên Pêşmerge ji çekan bişîne Kurdistanê, herwiha para Kurdistanê ji budceyê Iraqê %17 be û hemûyî ji Hikûmeta Kurdistanê re bişîne. Herwiha yek ji daxwazên Kurdistanê ew e ku yasaya budceyê Iraqê de, navê Herêma Kurdistanê bê nivîsandin ne navê parêzgehên Kurdistanê.

Dr. Fazil Nebî ji malpera KDP.info re ragihand: “Wezareta Darayî ya Iraqê yasaya budce diguhere, ku hikûmeta berê nivîsandibû, ku ew guhertin di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ne. Wek nivîsandina navê Herêma Kurdistanê û şandina para Pêşmerge ji çekan. Niha tişta ku maye ew e ku rêkeftin li ser para Kurdistanê bê kirin, ku %17 be.”

Nûçeyên têkildar