10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî û serokwezîrê Iraqê dê çend pirsên girîng gotûbêj bikin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî gihîşt Bexdayê û dê li wir ligel Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî û çend berpirsên din ên Iraqê bicive û dê ligel wan proseya siyasî û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li gorî Destûrê Iraqê, gotûbêj bike.

Berpirsê Pêwendiyên Niştimanî yên Iraqî û Herêma Kurdistanê yên PDKê Elî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Serok Barzanî bo Bexdayê li ser daxwaza partiyên Iraqê ye û ev serdan di vê dema niha de pir pêwîst e.”

Elî Husên wiha got: “Şandên Iraqê daxwaz ji Serok Barzanî dikirin ku piştevaniya proseya siyasê ya Iraqê bike û piştgiriya hikûmeta nû ya Iraqê bike, lewma jî wek urfekî siyasî û zêdetir jihevtêgiheûtin û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê, pir girîng bû ku Serok Barzanî biçe Bexdayê.”

Serok Barzanî dê ligel gelek berpirs û serkirdeyên Iraqê bicive. Derbarê wê yekê de Elî Husên dibêje: “Ew serdan dê bibe handerek bo baûtirkirina proseya siyasî û jihevtêgiheştina zêdetir jî. Çûna Serok Barzanî bo Bexdayê dê rê ji çareseriyê re veke.”

Nûçeyên têkildar