10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî û şandeke Amerîka rewşa navçeyên Kurdistanê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel şandeke pilebilind ji Amerîka kir û di wê hevdîtinê herdû aliyan pişwazî kirin li biryara Hikûmeta Iraqê ya hinardekirina petrola Kerkûkê.


Îro Şemiya 17.11.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Andrew Peek Cîgirê Sekreterê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn û şandekî li gel kir ku ji çend dîplomatkarên Wezareta Derve û Balyozxaneya Amerîka li Bexda pêkhatibûn.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û her wiha pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de gotûbêj kirin û pêşwaziyê jî li biryara Hikûmeta Iraqê ya ji bo dûbareşandina petrola Kerkûkê bi rêya Herêma Kurdistanê kirin û bi biryareke dirust nîşan dan û şanda mêhvan spasî helwesta Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya şandina petrola Kerkûkê bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê kir.

Herdû aliyan li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku rewşa siyasî ya piştî hilbijartinên Iraqê û hikûmeta nû ya Iraqê derfeteke nû ye ji bo Herêm û Bexdayê û ji bo li gel hevdû çareserkirina kêşeyan û hemahengî û hevkariya zêdetir û hêviya wê yekê xwestin ku girift ji bo wê derfeta nû neyê dirust kirin.

Rewşa parêzgeha Nînowa û Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê mijareke din a vê hevdîtinê bû û di derbarê rêyên asayîbûna rewşa wan navçeyan û berçavgirtina maf û daxwazên pêkhatên olî û neteweyiyan û vegerana koçberan û çawayiya birêvebirina wan navçeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her di vê hevdîtinê de şanda mêhvan pêzanînên xwe ji bo rola Hêzên Pêşmerge ya di şerê dijî DAIŞê û dabînkirina aramiyê de hebû û tekezî li wê yekê kirin ku Amerîka herdem rêzeke taybetî ji bo azayetî û qurbanîdana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê heye.


 

Nûçeyên têkildar