10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balafirên Hevpeymanan bi tundî li sînorê Mexmûr dan

Çavkanî: KDP.info


Mexmûr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li sînorê Mexmûrê ragihand ku tevgera DAIŞê bi şêweyekî berçav li navçeyê zêde bûye û Hevpeymaniya Navdewletî jî hest bi wê metirsiyê dike, lewma jî îro balafirên wan li wê navçeyê bi tundî li DAIŞê dan û gelek ziyan gihandin wan.

Fermandarê Pêşmerge li Eniya Mexmûrê Lîwa Ziryan Şêxwesanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro saet 8ê sibehê balafirên Hevpeymaniya Navdewletî li derdora Çiyayê Qereçûx û li hemberî gundê Elî Reş bi tundî li cihên DAIŞê dan, ji ber ku vê dema dawî tevgera wan terorîstan bi şêweyekî berçav zêde bûye û bûne metirsiyeke mezin li ser navçeyê.”

Lîwa Ziryan wiha got: “Dê wan bombebaranên balafiran de, DAIŞ gelek ziyan dîtiye, lê hêj nexuya ye ku çend terorîstên wan hatine kuştin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Ji Çiyayê Qereçûxê û heta bi Qerac û Hilwat û heta Şergat jî ku navçeyên Kurdistanî ne û Heşda Şeibî ew dagîr kirine, terorîstên DAIŞê hene û hejmara wan pir zêde bûye, ji ber ku li wan navçeyan valahiyên ewlehiyê çêbûne, ji ber ku hêzên Iraqê nikarin wan navçeyan biparêzin. Li navçeyên bin destê me jî ti terorîstên DAIŞê tune ne û em ji wan re amade ne eger ti êrîşekî bikin ser me.”

Şêxwesanî ragihand: “Tîmên Hevpeymaniya Navdewletî berdewam serdana navçeya Mexmûrê dikin û hest bi metirsiya wan terorsîtan dikin, lewma jî balafirên wan li cih û navendên DAIŞê didin. Me jî ji wan re gotiye heya Pêşmerge venegere wan navçeyên Kurdistanî yên dagîrkirî, ewlehî li wir bicîh nabe.”

 

Nûçeyên têkildar