9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Liqê yek û heştê PDK 14 saliya damezrandina Kurdistantv pîroz kirin

Çavkanî: KDP.info

Bi helkefta 14 saliya damezrandina kenalê Kurdistantv şandekê liqa yek bi serperiştiya Ebidulxalq babîrî endamê encûmenê serkirdayetiya partî sera nivîsîngeha dihuk dan û jibal Nesret Hadî û karmendên wêve hatin pêşwazî kirin.


Di runştinêde herdu aliyan bal kêşa ser kar û bernamên kenalê ku her di damezrandina wê bixu da bi Kurdistaniyet hatiye nasandin û xizmet di hemu piyavanda kiriye û taybet yê netewî.


Berpirsê liqa yek ev roje li gişt stafê Kurdistantv pîroz kir û hêvî xwast ku helgirên peyama rastiyê bin û navê pîrozê vê kenalê biparêzin û amaje da bi giringiya ragehandinê û got: Birastî vê kenalê ruyê diyalugê dinav bera ol û neteweyanda pêşbiriye û nasandina milletê kurd û rastiya vegwehastina bûyerande bo xelkê hemu cîhanê diyarkiriye û bûye cihê perepêdanê û civakê mejî û evejî serbilndiyeka mezine bo kadirên hewe destxweşiyê li hewe dikeyn bo karê hewe yê netewî.

 

 

 

Herweha liqê heştê Partiya Demokrat a Kurdistanê di biroskeyekê de, 14mîn saliyada pexşkirina Kurdistantv li hemû stafê kenalê û xelkê Kurdistanê pîroz kir û eve jî deqêwê ye:-


Bi helkefta 14mîn saliya damezrandina kenala asmanî ya kurdistantv, binavê liqê 8ê Partî germtirîn pîrozbahiya arastey rêveber û karmendên mandu nenasên kenalê hewe dikeyn.

Kenala setelayta Kurdistanê her li destpêka damezrandina xwe da, xwe bi xudanê kêşe û girftarên xelkê Kurdistanê bi hemî pêkhat û tex û tiwêjan ve dizanît û şiyaiye serederiyeka saxlem û serdemiyane digel hemî pêkhatên siyasî û aburî da biket û bi taybetî rolekê berçav hebûye di avedankirna Kurdistanê de û şiyaiye bi rengekî pêşeyî û rastgoyane hemî pêşhat û rudanan bo xelkê Kurdistanê û Îraqê û revenda kurdî li dervey welat vegwêze û bibe kenalekî balkêş bo gelek ‌rêkxiraw û navendên cîhanî ku kenalekî pirofêşînale di karê xwe û gehanda peyama dîmokirasiyet û azadiya radebirîn û birayetî û pêkvejiyanê de, dubare pîrozbahiyê li rêveber û hemû karmendan û bînerên Kurdistantv dikeyn û daxwaza pêşkeftinê bo dixwazîn û hêvîdarin di sala xwe ya 14mîn da bi hêztir û geştir û berfirhtir bît.

Partiya Demokrat a Kurdistanê

liqê heşt

Nivêsîngeha Rewşenbîrî û ragehandinê

Nûçeyên têkildar