Serok Barzanî: Bila rewşenbîr nehêlin pilanên dijminan biser bikevin û çand û zimanê kurdî biparêzin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedînê pêşwazî li romanivîs û rewşenbîrê Kurd Jan Dost kir û di wê hevdîtinê de wiha got: “Bila rewşenbîr nehêlin pilanên dijminan biser bikevin û çand û zimanê kurdî biparêzin.”
Di hevdîtinê de, Jan Dost xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî nîşan da û got ku, niha hemû gel bi çavê hêviyê ve li Serok Barzanî dinire û lewma jî ew hatiye guh li şîretên cenabê Serok Barzanî bigre.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî, jibilî bi xêrhatinê, destxweşî li Jan Dost kir ji bo wê rola di warê çandî da dîtiye û berhemên bihadar belav kiriye.
Serok Barzanî bi kurtî behsa dîroka xebat û qurbanîdana gelê Kurd û referandumê û 16 Cotmeha 2017 û dastanên Pirdê û Sihêlayê kir û ragihand: “Dijminan bi dirêjahiya dîrokê hemû şiyanên serbazî ji bo têkşikandin û jinavbirina gelê me bikar aniye û şikest dîtiye, niha kar li ser şikandina îrade û nehiştina bawerbixwebûna cem mirovên gelê me dikin û dixwazin wiha lê bikin em xwe bi hêjayî azadiyê nebînin. Mixabin di vî alî de jî hinek kesên binav rewşenbîr û partiyên siyasî, bûne beşek ji wê planê û xizmeta armancên dijminan dikin.”
Serok Barzanî wiha got: “Piştî zeftkirina ax û azadiya gelê me, bi dehan sal e ku rewşenbîrên niştimanperwer û azadîxwaz, rê nedane kultur û çand û zimanê Kurdî û hestê azadîxwaziyê nemîne. Niha jî rola nivîskar û rewşenbîran e ku li dûv rêbaza wan biçin û nehêlin dijmin di wê planê de serkeftî bin.”
Serok Barzanî herwiha ragihand: “Referanduma 2017 serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû û % 93 ji gelê Kurdistanê piştevan bûn û yekxistina îradeya azadîxwaziya Kurdan bû li seranserî cîhanê. Herwiha piştê wê jî dastanên Pirdê û Sihêla jî li 20 û 26ê Cotmeha 2017, qonaxeke dîrokî bûn û serkeftina azadîxwaziyê bû bi ser dagîrkarî û plangeriya derekî û navxweyî de.
Serok Barzanî tekez jî kir ku, pêwîst e rewşenbîr vê peyamê bighînin xort û lawên Kurdistanê ku pêwîst e armancên wan yên mezin hebin û baweriya wan jî bi wan û bi paşaroja gelê Kurdistanê hebe.




