Rûsya: Amerîka kar ji bo avakirina dewleteke Kurdistanî dike

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov ragihand ku, Amerîka bi alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê hawil dide dewleteke Kurdistanî damezrîne û ew yeke bi lîsteke metirsîdar binav kir.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov ji ajansa RT dilgiraniya welatê xwe derbarê hebûna Amerîka li binkeya Tenef li başûrê Sûriyê nîşan da û hişdariya wê yekê da ku, Amerîka li navçeyên Rojhilatê Feratê bi hevkariya hevpeymanên xwe li Sûriyê hewla damezrandina dewletekê dide.
Herwiha Sergy Lavrov got jî ku, ne tenê parêzgeha Idlibê alozî û pirsgirêk tê de hene lê belê kiryarên li navçeya rojhilatê Feratê jî têne kirin nayê qebûlkirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov da zanîn ku, Amerîka bi rêya hevpeymanên xwe li Sûriyê dewletekê dadmezrîne.
Herwiha Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov got jî ku, ne Amerîka û ne jî Fransa û welatên rojava naxwazin penaber vegerin navçeyên di bin desthilata Hikûmeta Sûriyê de daku, proseya siyasî destpê bike.




