10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Brîtanya serkeftina PDKê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê û serkeftina Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir.

Îro Çarşema 03.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya John Welks Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê û serkeftina Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê li Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku ew serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê bi bandor bê li ser pêşxistina Herêma Kurdistanê û bihêztirbûna bingehên jiyana demokrasiyê li Herêma Kurdistanê.

Her di vê civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên di derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de hate gotûbêjkirin û behsa rola aliyên Kurdistanî di proseya siyasî ya Iraqê kirin.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya de mijareke din a vê civînê bû û Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina wan têkelî û pêwendiyan di warê aborî û kargêrî û rûbirûbûna gendelî û dijayetîkirina terorê de, kir.

Nûçeyên têkildar